"Pêseroja Sûriyê berpirsiyariya gelê wê ye"
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku divê Sûriyeyî biryara pêşeroja Sûriyeyê bidin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya der barê geşedanên li Sûriyeyê da, bal hat kişandin ser helwesta prensîb a Îranê ya ji bo rêzgirtina li yekîtiya neteweyî, serwerî û yekîtiya axa Sûriyeyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku desthilatdariya diyarkirina pêşeroja Sûriyeyê ya bêyî destwerdana derve ya wêranker e û wiha hat gotin: “Ji bo bidestxistina vê armancê divê di zûtirîn demê de dawî li pevçûnên leşkerî bên, pêşîgirtina li kiryarên terorîstî Pêwîste bi beşdariya hemû pêkhateyên civaka Sûriyê hikûmeteke berfireh ku nûnertiya tevahiya gelê Sûriyê dike bê avakirin." Weke berê, Komara Îslamî ya Îranê ji mekanîzmayên navneteweyî yên li ser bingeha biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî ji bo şopandina pêvajoya siyasî li Sûriyê piştgirî dike û li ser vê mijarê peywendiyên avaker bi NY re berdewam dike.
Di vê proseyê de hat xwestin ku ewlekariya hemû welatiyên Sûriyê û welatiyên welatên din were dabînkirin û cihên pîroz û dîplomatîk ên olî bên parastin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin