"Pêwendiyên Hewlêr û Washington wê di pêserojê de bihêztir bibin"
PeyamaKurd – Pisporê siyaseta derve yê Amerîkayê Justin Russell ragihand, Herêma Kurdistanê xwediyê pêgeheke taybet e û di pêşerojê de pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê wê hîn bihêztir bibin.
Justin Russell daxuyand ku hevpeymaniyeke demdirêj di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de heye ku bi taybetî di dema DAIŞê de xwe nîşan da.
"Rewşa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û DYAyê niha di qonaxa herî krîtîk de ye." Russell gotinên xwe wiha domand:
“Gelê Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge, DYA weke dost û DYA jî wan weke hevpeyman dibîne. Ew ê ev di serdana Sûdanî ya Washingtonê de jî derkeve holê.”
Russell diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim girîngiya ku dide DYA û gelê DYAyê nîşan daye û gelê DYAyê jî vê rastiyê dizane û wiha got: “Berpirsiyariya Wezareta Derve ye ku vê giringiya Herêma Kurdistanê di siyaseta derve ya DYAyê de nîşan bide, ji gelê DYAyê re nîşan bide ku Herêma Kurdistanê girîng e û nîşan bide ku Herêma Kurdistanê çawa faktora aramiyê ye li naverastê Rojhilat û herêmê.”
Justin Russell: Paşeroja Iraqê girêdayî çarçoveyeke berfireh e ku Herêma Kurdistanê tê de roleke berfireh bilîze û herwiha pêwendiyên baş ligel Herêma Kurdistanê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin