Pakistan: Eger dinya mudaxele neke em ê bi nukleeran lihev bixin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan ragihand ku civaka navdewletî bi Hindistanê bo ser êrîşa Keşmîrê tiştekî neke, her dû dewlet jî xwediyê sîlihên nukleerî ne û wê şerekî nukleerî nêz bibe. Îmran Xan weha dewam kir:
“Eger dinya bo tiştên ku Hindistan li Keşmîrê dike û bo êrîşên wan, bi sedema ku her dû dewlet xwedanên sîlihên nukllerî ne, wê şerê leşkerî jî nêz bibe. Bo diyaloga me her dû dewletan; eger Hindistan dev ji îlhaqa Keşmîrê berde, qedexeya derketina derve ya Keşmîrê rake, tecrîdê bi dawî bîne û leşkerên xwe bikşîne qişlayên wan, em dikarin dest bi diyalogê bikin.”
Îmran Xan dema hat ser serokwezîrtiya Pakistanê bo rojnama New York Time ê gotarekî nivîsandibû û tê de gotibû ku berya her tiştî dixwaze aştiyê li Asya Bakûr çêbike, bi rêya bazirganiyê û mijara Keşmîrê hel bike û têkiliyên xwe bi Hindistanê re normal bike. Xan dibêje her çendîn xwestiye bi Hindistanê re têkiliyan deyne, Hindistan teklîfên wî bi paşde dagerandiye û serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî her diçe gotinên xwe yên nijdperest zêdetir dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin