Pakistan: “Hindistanê li Kesmîrê 6 kesan kust"

13 November 2020 23:59 0 dîtin
Pakistan: “Hindistanê li Kesmîrê 6 kesan kust"

PeyamaKurd – Dewleta Pakistanê ragihand ku li ser xeta kontrolê ya Keşmîrê, hêzên Hindistanê di encama avêtina roketan û topên hawanan de 1 leşkerekî û 5 sîvîlan kuştine. Ji 31 kesan zêdetir birîndar kirine ku di nava wan de jin jî hene. Ragihandin ji aliyê beşa têkiliyên gel ya artêşa Pakistanê (ISPR) de hat kirin.

Beşa Têkiliyan ya artêşê her weha got ku artêşa Pakistanê yekser bersiva êrîşa wan daye.

Serokwezîrê Azad Cammû Keşmîrê Raca Muhammed Farûq Haydar Xan jî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandiye ku di encama êrîşên yekîneyên Hindê de herî kêm 31 kes birîndar bûne. Li ser bûyerê Pakistan nota ya protestoyê da Hindistanê.