Pakistan û Îranê li ser xurtkirina hevkariya ewlehiyê li hev kirin
PeyamaKurd – Pakistan û Îran li hev kirin ku ji bo pêşvebirina armancên aştî û bextewariyê yên ku ji hev dixwazin, bixebitin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve, Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ku di çarçoveya serdana xwe ya fermî de hat Pakistanê, li avahiya wezaretê ya li paytext Îslamabadê bi Wezîrê Derve Celîl Ebas Cîlanî re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de behsa hevkariyên di navbera herdu welatan de hate kirin û tekezî li ser girîngiya diyalog û hevkariyên erênî û li pêwendiyên dualî hate kirin. Cîlanî û Ebdullahiyan li hev kirin ku ji bo piştgirîkirina armancên aştî û bextewariyê yên ku her du alî dixwazin kar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin