Papa bang li Îsraîlê kir: Tika dikim, korîdora mirovî vekin!

15 October 2023 21:00 0 dîtin
Papa bang li Îsraîlê kir: Tika dikim, korîdora mirovî vekin!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Vatîkanê û Rêberê Rûhanî yê Katolîkan Papa Francis, di ayîna heftane ya li qada Ezîz Petrûsê de bal kişand ser şerê navbera Hamas û Îsraîlê û kuştina sivîlên Xezayê.

Papa Francis, piştî ayîna heftane xîtabî gelê ku li qadê civiyabû kir. Papa, di axaftina xwe de bal kişand ser şerê niha yê navbera Hamas û Îsraîlê û bang li rayedarên Îsraîlê kir ku ji bo alîkariyên mirovî bigihîjin ber destên sivîlan, korîdorên mirovî ji bo Xezayê vekin.

Papa, ji bo aştiya Rojhilata Navîn banga rojî, nimêj û duayan kir û got ku

"Beriya her tiştî, divê rêz li mafên mirovan ên Xezayê bê girtin."