Ji Papa bangewaziya derziya Covid-19: Lave dikim!
PeyamaKurd – Papayê Vatîkanê Papa Francesco jî beşdarî nîqaşên serbest berdana patenta derziyên vîrusa koronayê ku rêveberiya Amerîkayê dabû destpêkirin bû.
Papa Francesco bangwezî kir ku ji bo belavkirina derziyên Covid-19 û zêdetir hilberandina wan, mafên fikrî û xwedîbûnê yên derziyên koronayê werin rawestandin û piştevaniyê li berjwendiyên hevbeş ên mirovahiyê bikin.
Papa Francesco di peyama vîdyoyî de got ku divê ji bo misogerkirina xwegihandina dadwerane ya derziya koronayê bi awayekî demkî mafên xwedûbûna fikrî yên derziyan bê hilawistin û destnîşan kir, “Ez lave li we dikim, bi hesta edaletê tevbigerin û kesên bêparastin mane ji bîr nekin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin