Derziya Covid-19 ya Pfizerê hefteya bê digihe Kurdistanê

09 April 2021 20:12 0 dîtin
Derziya Covid-19 ya Pfizerê hefteya bê digihe Kurdistanê

PeyamaKurd –Hat ragihandin ku Iraqê biryar daye 16 milyon derziyên koronayê bikire û ji wan ji sedî 13 jî para Herêma Kurdistanê ye ku biryar e hefteya bê derziya Covid-19 ya Pfizer jî bigihîje Herêma Kurdistanê.

Şêwirmendê Wezîrê Tendirustiyê û Berpirsê Komîteya Kirîna Derziyan bo Herêma Kurdistanê Dr. Aram Rustem daye xuyakirin ku hikûmeta Iraqê biryar daye 16 milyon doz derzî bo welatiyan peyda bike ku ji wê para Herêma Kurdistanê 13% e.

Aram Rostem diyar kir ku heta niha 43.800 dozên derziya AstraZeneca û 4 hezar doz jî yên Çînê gihîştine Herêma Kurdistanê.

Herwiha hat eşkerekirin, dibe ku heftêya bê derziya Pfizer jî bigihe Herêma Kurdistanê.

Dr. Aram Rostem got: “Li Herêma Kurdistanê 8 binkeyên derzîkirina xelkê bo Pfizer hatine destnîşankirin. Ji bo her binkeyekê 1170 derzî hatine danîn, lewra derziya Pfizer hestyariya wê heye û pêwîstiya wê bi pileya diyarkirî ya germê heye.”