Rûsyayê bersiva bangewaziya Papa da

11 March 2024 16:32 0 dîtin
Rûsyayê bersiva bangewaziya Papa da

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlîn Dimitri Peskov, bersiv da bangewaziya Papa Francis a derbarê vegerandina Ukraynayê bo gotûbêjên bidawîkirina şer.

Peskov, ragihand ku Rûsya amade ye krîza Ukraynayê çareser bike û ev şîrove kir:

“Serok Pûtîn gelek caran gotiye ku Rûsya amade ye ji bo çareserkirina krîza Ukraynanê hevdîtin bêne kirin.”

Li ser banga Papa ya ‘hildana ala spî’ ji bo Ukraynayê, Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dimitro Kuleba jî li ser medya civakî ragihandiye, "Ala me zer û şîn e. Ev ew al e ku em pê jiyane, pê serkeftine û pê mirine ye. Emê ti carî aleke din hilnedin.”.