Papa banga vekirina sînoran û pêswazîkirina koçberan li Ewropayê kir
PeyamaKurd – Papayê Vatîkanê Papa Francis daxwaz ji welatên Ewropayê kir ku sînorên xwe ji penaberan re vekin û pêşwaziyê li wan bikin.
Papa li Vatîkanê di gotara xwe de got, dîrokê piştrast kiriye ku her tim Ewropa mala hejmareke zêde ya penaberan bûye û bang li welatên ewropî kir, erkên xwe di peyama hevsoziyê de li gel koçberan çalak bikin.
Papa, koçber wek mozayîkeke xweşik bi nav kirin û got, nabe ew bi kînê bêne tirsandin.
Papa wiha axivî: “Kenîseya Ewropayê jî nikare rewşa koçberan li ber çavan negire, koçberên Îtalya û welatên din bajar û welatên me nû dikin. Di heman demê de jî, ew xewna Ewropayeke bihêz û yekgirtû bihêz dikin, ku şiyanên nîşandana xalên hevbeş heye û dibe sedema xweşguzeraniyê bo wî cihê ku lê niştecî dibin. Ev mûzayîyeke ciwan e ku nabe bi riq û kîneke nuxmandî bê tirsandin yan têkdan. Daxwaz ji Ewropa dikim erkê xwe di peyama hevsoziyê de li gel koçberan çalak bike.”
Hêjayî gotinê ye, ev demeke li ser sînorên Belarûs û Polonyayê krîzeke mezin a koçberan heye ku hejmarek zêde koçberên ku piraniya wan ji Iraq, Sûriye û Herêma Kurdistanê ne, li ser sînorê Belarusê yên li gel Poland û Lîtvanyayê asê mane û Poland û Lîtvanya rê nadin ku ew koçber derbasî nav axa wan û sînorê Yekîtiya Ewropayê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin