Papa bertek nîsanî sewitandina Quranê da
PeyamaKurd – Serokê ruhanî yê alema katolîk Papa Francis ji şewitandina Qurana Pîroz a li Swêdê re bertek nîşan da.
Bertekek din a li ser şewitandina hefteya borî ya Qurana Pîroz li Swêdê, ji rêberê ruhanî yê cîhana katolîk Papa Francis hat.
Papa Fransîs piştî bertekên gelek welatan ji rojnameya El-Îtîhad a Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) re axivî û diyar kir, şewitandina Qurana Pîroz nayê qebûlkirin.
Papa Francis got: "Divê destûr neyê dayîn şewitandina Qur'anê û ev yek bê şermezarkirin."
Papa herwiha destnîşan kir, divê kiryarên wek şewitandina Qur'anê bi tundî bên nîşandan.
Li Stockholma paytexta Swêdê Salwan Momika yê bi eslê xwe Iraqî di bin parastina polîsan de li ber Mizgefta Stockholmê Qurana Pîroz şewitandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin