Papa: Cîhan li ber serê nukleerî ye

20 September 2023 09:58 0 dîtin
Papa: Cîhan li ber serê nukleerî ye

PeyamaKurd – Papa Francis, rêberê ruhanî yê katolîk û serokê Vatîkanê, diyar kir, dinya li ber şerê nukleerî ye, wek Krîza fuzeyan a Kubayê ya sala 1962an.

Papa Francis ji bo konferansa ku bi minasebeta 60emîn salvegera belavoka aştiyê ya bi navê "Pacem in Terris" di sala 1963an de ji aliyê Papa Yûhenna 23yê ku di navbera salên 1958-1963an de rêberê Dêra Katolîk bû hat weşandin re peyam şand.

Li gorî nûçeya Vatîkan Newsê, belavoka fermî ya Vatîkanê, Papa di peyama xwe de bang li civakan kir ku çekên nukleerî ji holê rakin û çekên konvansiyonel tenê ji bo xweparastinê bikar bînin.

Papa got: "Di dema ku cîhana me di bin destê şerê cîhanê yê sêyem de ye, ku perçe perçe tê meşandin, di rewşa trajîk a pevçûna li Ukraynayê de, metirsiya bikaranîna çekên nukleerî namîne."

Papa Francis diyar kir, rewşa heyî dema ku cîhan li ber şerekî nukleerî bû, weke krîza mûşekî ya Kubayê di Cotmeha 1962an de, tîne bîra me.

Rêberê ruhanî yê Katolîkan da zanîn, cîhanek bê çekên nukleer mimkun û pêwîst e.

Papa destnîşan kir, divê çekên konvansiyonel tenê ji bo armancên parastinê ne li dijî hedefên sivîl bên bikaranîn.