Papa ji bo Tirkiye û Sûriyê bangewazî kir

08 February 2023 21:09 0 dîtin
Papa ji bo Tirkiye û Sûriyê bangewazî kir

PeyamaKurd – Rêberê Katolîkên cîhanê û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Franciscus, li ser karesata erdhejê ku bandoreke mezin li Tirkiye (bajarên Bakurê Kurdistanê) û Sûriyê kiriye, peyamek belav kir û banga hevkariya bi mexdûrên erdhejê re kir.

Papa Franciscus, li ser erdhejên navend Mereş ku li 10 bajaran bûye sedema wêraniyeke mezin û herwiha li bajarên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî karesateke mezin a mirovî bi xwe re aniye banga hevkariyê kir.

Papa got ku ‘Ji bo van birayên me ku bikaribin li hember vê trajedî û felakê berxwe bidin, em bi hev re dua bikin’ û wiha dewam kir: "Hişê min li ser bi hezaran kesên di vê felaketa erdhejê de li Tirkiye û Sûriyê mirine û birîndan bûne ye. Ji bo wan bi hestên bihêz dua dikim û nêzîkbûna xwe ji bo van hemû gelan diyar dikim.”