Papa li Kurdistanê ye | Ji aliyê Nêçîrvan û Mesûr Barzanî ve hat pêswazîkirin

07 March 2021 10:42 0 dîtin
Papa li Kurdistanê ye | Ji aliyê Nêçîrvan û Mesûr Barzanî ve hat pêswazîkirin

PeyamaKurd - Papayê Vatîkanê Papa Francis, piştî serdana xwe ya Iraqê îro Yekşemê danê sibehê bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Papa Francis li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên din ên payebilind û nûnerên pêkhateyên olî ve hat pêşwazîkirin.

 Wê Papa Francis li Hewlêrê ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê û pêkhateyên olî hevdîtinan pêk bîne, serdana cihên olî bike û piştre jî li Kurdistanê li Yarîgeha Franso Herîrîr merasîmeke olî ya bi beşdariya deh hezaran birêve bibe û peyamên biratî, pêkvejiyan û aştîyê ji Kurdistanê bide cîhanê.