Nêçîrvan Barzanî: Serokatiya Kurdistanê dixwaze ji bo yekdengiya aliyên Kurdistanê rola sîwan bibîne
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di panela Forûma MERÎ ku îro 26ê Cotmehê dest pê kir û du rojan berdewam dike de axivî û got, “Bi yasayî divê Serokatîya Herêma Kurdistanê rola hebûna sîwana hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê bibîne.”
Nêçîrvan Barzanî da zanîn, “Daxwazên Herêma Kurdistanê zelal in û tiştê ku em dixwazin ew e ku destûr li Iraqê bê bicihkirin ku heta niha nehatiye bicihanîn.”
Serokê Herêma Kurdistanê got, “Suneyên Iraqê bi berdewamî ji paşeroja xwe ditirsin. Şîe ji pêşerojê ditirsin. Kurd jî li Iraqê hem ji paşeroj, hem ji pêşeroj û hem ji rewşa xwe ya niha ditirsin.”
Çend têbiniyên ji axaftina Nêçîrvan Barzanî li Forûma MERÎ wiha ne:
- Ti madeyên destûrî li Iraqê bi cih nehatine û Herêma Kurdistanê dixwaze destûr bi were cîbicîkirin.
- Me ji bo parastina asayişa Bexdayê pêşmerge şand wê derê û îro Herêma Kurdistanê pirsekê ji xwe dike; ka destûr li Iraqê hatiye cîbicîkirin yan na, bersîv; na ye.
- Hemwelatîyên Iraqê jîyaneka xweştir heq dikin û divê siyasetmedarên Iraqê hemû weha bifikirin, ku ew bawerîya ku me bi rêya sindoqa dengdanê bi dest ve aniye, bawerîyek e ku xelkê daye me.
- Gelê Iraqê xelkekî hişyar e û di xwepêşandanan de diyar bû ku ew ji sîstemê ne razî ne.
- Heger em li rabirdûya Iraqê binerin û ew niha heye, ez bawer dikim ku divê em geşbîntir bin ku Iraq li ser rêyeke rast dimeşe.
- Iraq heta niha jî di maweyeke veguhêz re derbas dibe û pêdivî ye ku ev dema veguhêz bê xweşkirin.
- Kêmbûna rêjeya beşdarbûnê di hilbijartinan de dikare weke zengilekê werbgirin ku xelk dixwaze jiyaneke baştir hebe û peyama gel jî eşkere ye ku ew dixwazin baştir bêne birêverin.
- Hilbijartina vê carê li gor yên berê di warê teknîkî û rê li ber girtina sextekarî de yek ji baştirîn hilbijartin bû.
-
Eger PKK van kêşeyan dirust neke, em gelek bi hêsanî û bi dengekî bilind dikarin ji Tirkiyê re bibêjin 'Mafê tune ye ku tu vî karî bikî'. PKK ne rêz li biryar û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigre, ne pabendî ti biryareke Parlamentoya Kurdistanê bibe, ku ji destpêkê ve gelek eşkere dijayetiya parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, divê em ji Tirkiyê li benda çi bin! Loma divê PKK siyaseta xwe ji ber çavan derbas bike û nabe Herêma Kurdistanê bibe jêdera êrîşê, ne ji bo Tirkiyê û ne jî ji bo Îranê.
-
Ne tenê li sînor, li nav Iraqê jî PKK bûye serêşî û sedema sereke ya cîbicîknekirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê jî PKK ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin