Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir îstifa kir

11 October 2024 18:36 0 dîtin
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir îstifa kir

PeyamaKurd – Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, karvekêşana xwe ya ji erka parêzgariyê ragihand.

Parêzgarê Silêmaniyê nameya îstifaya xwe ji Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê re şand û ragihand, ew dê heta kesekî din bê şûna wî wekî kesayetek serbixwe kar bike.

Heval Ebûbekir, herwiha gotiye ew nabe aliyekî herdu aliyê Tevgera Goranê ku ji wê bizavê hatibû hilbijartin.

Ebûbekir, ji Wezareta Navxwe jî daxwaz kir ku hemû erkên wî bo wezaretê bên dewrkirin û li şûna wî jî cîgirekî parêzgar were peywirdar kirin.

Heval Ebûbekir di hilbijartinên herêmî yên 2014an de ji Tevgera Goran bi piraniya dengan wekî parêzgarê Silêmaniyê hatibû hilbijartin.