Parêzgeha Sirnexê, ji bo 15 rojan, 14 deveran ji çûnûhatê re qedexe kir

13 August 2024 23:57 0 dîtin
Parêzgeha Sirnexê, ji bo 15 rojan, 14 deveran ji çûnûhatê re qedexe kir

PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Şirnexê, çûnûhata 14 deveran bi sedema ewlehiyê ji 15 ê Tebaxê û bi şûnde heya 15 rojan qedexe kir. Qedexe di navbera 15-29 ê Tebaxê de ye.

Di nav deverên qedexeya demkî de, Çiyayê Gabarê, navenda Şirnex, Çiyayê Cûdî, li navça Beytuşebabê deverên navên wan yên Kurmancî nehat zanîn, deverên Kel Mehmetler, Dönmezler, Kovankay, Tahtareş, Husrevpaşa, Suhurpaşayayla, İncebel, Faraşin, Altındağları, Oymakaya hene.

Din av rojên navborî de çûna wan deveran qedexeye an ku yên herin divê ji asayîşa deverê îznê bistînin.