Parêzerê serokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtas wefat kir
PeyamaKurd - Parêzerê Selahedîn Demîrtaş Hasan Tahsîn Kaya, do li Nexweşxaneya Zanîngeha Trakya ya bajarê Tirkiyê wefat kir.
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ku li zindana bajarê Edîrnê girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir, Hasan Tahsîn Kaya ku yek ji parêzerên wî bû, bi sedema krîza dil wefat kiriye.
Demîrtaş di wê twîta xwe de xemgîniya xwe derbirî û serxweşî li kesûkarên Hasan Tahsîn Kaya kir û got, “Em keda te qet jibîr nakin.”
Serokê Rêxistina Edîrnê ya HDPê Beşîr Belke amaje bi wê kir, Hasan Tahsîn Kaya ji sala 2018an ve parêzeriya Demîrtaş dikir û got ku 2 sal bû her hefte serdana Demîrtaş dikir.
Li gor Serokê Baroya Edîrnê Alper Pinar diyar kir, termê Kaya ku temenê wî 43 sal bûn, dê îro di saet 15.00an de, li Goristana Bedîuzzeman a Rihayê bi xakê bê spartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin