Parêzerên serokê PKKê yên Öcalan beraet kirin
PeyamaKurd – Parêzerên serokê PKK ê yên Abdullah Öcalan ku ji endamtiya rêxistina çekdar ya terorê dihatin darizandin beraet kirin. Dadgeha 33em ya cezayê giran ya Îstenbolê biryarê da ku gumanbar ji her cûre gumanan dûrin, delîlekî li dijî wan tine û gumanbar dikarin ji ‘gumanan fêde bibînin’ û wan beraet kir.
Di dozê de 8 kes dihatin darizandin û heya 15 sala cezayê zîndanîkirinê ji wan re dihat xwestin. Serdozgeriya Îstenbolê ji bo parêzeran îdîanameyekî bi 57 rûpelan amade kiribû. Kesên dihatin darizandin: Ali Maden, Baran Doğan, Cengiz Yürekli, İnan Akmeşe, Mahmut Taşçı, Mehmet Selim Okçuoğlu, Rezan Sarıca û Suat Eren bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin