Parêzgariya Mêrdînê qedexeya derketina derve ragihand

10 September 2021 11:30 0 dîtin
Parêzgariya Mêrdînê qedexeya derketina derve ragihand

PeyamaKurd – Parêzgariya Mêrdînê, îro bi daxuyaniyekê li qezaya Artûklû qedexeya derketina derve ragihand.

Parêzgariya Mêrdînê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “ji demjimêr 05:00 îro Înê 10ê Îlonê ve heta derketina daxuyaniyeke duyemîn û bidawîbûna operasyonên li herêmê, li navçeya Artûklûyê û gundê Kurika Çeto û mezrayên derdora wê qedexeya derketina derve tê ragihandin.”

Ragihandina qedexeya derketina derve, piştî şerê do yê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de tê, ku di encamê de polîsekî Operasyonên Taybet hat kuştin.

Do Pêncşemê li gundê Kurika Çeto yê ser bi navçeya Artûklû ya parêzgeha Mêrdînê ve, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de şer derket û di encam de polîsekî Tirkiyê birîndar bûbû, ku hat ragihandin ji tîma Operasyonên Taybet bûye.

Derbarê bûyerê de ji aliyê PKKê ve heta niha ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.