Parêzgeha Bîngolê ji bo 3 rojan qedexeyê ragihand
PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Bîngolê ragihand ku ji bo 3 rojan kirina çalakiyan yên weka meş, xwepêşandan, ragihandina çapemeniyê, vekirina stendan, civîna çapemeniyê û tevgerên weka wan qedexe kiriye. Îzna çalakiyan bi îzna rêvebiriya îdarî ya parêzgehê û qeymeqaman ve hatiye girêdan.
Li gor ragihandina parêzgehê; qedexe bi taybetî ji bo tevgerên PKKê hatiye kirin û qedexe ji 12ê cotmehê seet 00.01ê destpêdike û heya 14ê Cotmehê seet 23.59an dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin