Li Colemêrg û Sirnexê qedexeyên 15 rojan hatin ragihandin

13 February 2023 20:30 0 dîtin
Li Colemêrg û Sirnexê qedexeyên 15 rojan hatin ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgariyên bajarên Şirnex û Colemêrgê ji bo 15 rojan qedexe ragihandin.

Parêzgariya Colemêrgê daye xuyakirin ku ji 13ê Sibatê demjimêr 00.01 heta 27ê Sibatê demjimêr 23:59 ji bo 15 rojan qedexeya her cûre çalakî, civîn, protesto û meş û hwd. hatiye ragihandin.

Li gorî qedexeyê hemû çalakîyên sivîl ên li derveyî sazî û dezgehên dewletê hatine qedexekirin.

Herwiha Parêzgariya Şirnexê jî ji 15ê Sibatê pê de heta 1ê Adarê ji bo 15 rojan herêmên ewlehiyê yên taybet ragihand û çûnûhatina wan deveran li xelkê hat qedexe kirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, navenda bajarê Şirnexê, navçeyên Silopî, Cizîr, Qileban, Bêşebab, Basa û herêmên çiyayî yên wekî Avaşîn, Besta, Faraşîn çiyawarên din li xwe digire.