Zozan û çêrgehên Sirnexê ji bo 15 rojan hatin qedexekirin

18 March 2023 13:32 0 dîtin
Zozan û çêrgehên Sirnexê ji bo 15 rojan hatin qedexekirin

PeyamaKurd - Li bajarê Şirnexê û navçeyên wê li 11 deveran ji bo 15 rojan “herêma taybet a ewlekariyê” hat ragihandin ku piraniya wan deveran zozan û çêrgehên ajaldarên Şirnexê ne.

Parêzgariya Şirnexê daye xuyakirin, li 11 dever û çiyayên bajarê Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopî, Basa, Qileban û Bêşebabê qedexeya 15 rojan hatiye ragihandin.

Hatiye diyarkirin ku qedexeya ‘herêma taybat a ewlekariyê’ ji 17ê Adara 2023yan heta 31ê Adarê dewam dike û ew dever bi şev û rojê ji çûnûhatina welatiyan re hatine qedexekirin.

Çiya û deverên hatine qedexekirin Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gur, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Newala Sar, Çiyayê Încebel, Devera Oymakkaya û Devera Tenînê ne.