Parlamenterên DEM Partiyê ji meclisê berev Wezareta Karên Navxweyî mesiyan

14 November 2024 13:35 0 dîtin
Parlamenterên DEM Partiyê ji meclisê berev Wezareta Karên Navxweyî mesiyan

PeyamaKurd – Alîkarên Serokên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) der barê qeyûmên ku tayînî şaredariyên Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bûbûn, ji meclisa Tirkiyê berev avahiya Wezareta Karên Navxweyî meşiyan û li ber avahiya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê daxuyanî dan çapemeniyê.

Cîgira serokatiya koma DEMê Gulîstan Kiliç Koçyîgîtê got, “AKPê bi têgihiştina ku wê kursiyê winda bike, dîsa li dijî vîna gel darbe kir. Partiyên siyasî yên ku di meclisê de komên wan hene, ji ber ku li dijî vê bêhiqûqiya qeyûman dengên xwe têr bilind nekirin, li çar aliyê Tirkiyeyê ji ber ku derneketin kolanan û ji qeyûman re negotin na, îro li Esenyûrtê qeyûm hat tayînkirin. Ji ber vê yekê banga me zelal e, divê her kes vê rastiyê bibîne ku ev bêhiqûqî li hemû gelên Tirkiyeyê tê kirin. Ev derbe li tevahiya demokrasiya Tirkiyeyê tê xistin.

Ev ji bo me hemûyan tehdîd e. Dixwazin pêvajoyeke nû bidin destpêkirin ku mafê me hemûyan ên dengdan û hilbijartinê paşguh dike, mafê hemwelatîbûnê û demokrasiya sindoqan paşguh dike. Dixwazin di rêya nû de bimeşin, her çar aliyê Tirkiyeyê bikin dojeh, bêhiqûqiyê belav bikin, derbeyê berfireh bikin û derbeyê giştî bikin. Divê em li dijî vê yekê bên cem hev. Divê em bi hev re bibin yek û demokrasiyê biparêzin. Ger em ji Esenyûrtê heta Colemêrgê pirên biratî û demokrasiyê ava bikin em ê vê desthilatdariyê têk bibin. Em ê vê faşîzmê têk bibin.”