Parlamentera HDPê ji dewleta Tirkiyê re: Hûn Êzîdiyan dikujin

14 December 2021 13:32 0 dîtin
Parlamentera HDPê ji dewleta Tirkiyê re: Hûn Êzîdiyan dikujin

PeyamaKurd – Parlamentera HDPê ya Batmanê Feleknas Uca do di derbarê êrîşên li ser Şingalê li Meclîsa Tirkiyê nerazîbûn nîşanî da û eşkere ji Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu re got: “Hûn Êzîdiyan dikujin.” 

Doh li Meclisa Tirkiyê hevdîtina erêkirina budceya Wezareta Karên Derve hebû.

Li ser navê HDPê Parlamentera Batmanê Feleknas Uca axivî û di axaftina xwe de diyar kir, dewleta Tirk demên dawî êrîşên xwe li dijî Şingal û civaka Êzîdî zêde kirine.

Li ser vê yekê, Wezîrê Tirk îdîa kir ku ew ji Êzîdiyan hez dikin. Parlementer Feleknas Uca jî bi van gotinan nerazîbûn nîşanî Çavuşolgu da: ‘‘Êz ê tenê du gotinan ji we re bêjim; we îdîa kir ku hûn ji Êzîdiyan hez dikin, lê hûn Şingalê bombebaran dikin. Ez eşkere ji we re dibêjim, hûn Êzîdiyan dikujin.’’