Parlementera HDPê ji “heqareta li dewleta Tirkiyê” beraet kir

04 June 2018 19:52 0 dîtin
Parlementera HDPê ji “heqareta li dewleta Tirkiyê” beraet kir

PeyamaKurd- Parlementera HDPê ya bajarê Edeneyê Meral Danış Beştaş ji sûcê ku “li dewleta Tirkiyê û rêxistinên dewletê heqaretê kiriye”, bi 3 dosyayên cuda dihat mehkemekirin û jê re 2 sal ceza dihat xwestin. Niha ji her 3 dosyayan beraet kir.

Di celse ya Dadgeha Cezayê Giran ya 21 emîn ya Adanayê de doz meşiya lê parlementer Meral Danış Beştaş nehat dadgehê.Parêzerên Meral Beştaş ragihandin ku bere parêznama xwe kirine û beraeta Beştaşê xwestin.

Serokê dadgehê bi niyeta ku di gotinên Beştaş de “bi qesd û zanîn" wan gotinan negotiye, biryara beraetê da.