HDPê li ser betalkirina parlementeran biryar da ku bimese Enqerê

06 June 2020 17:10 0 dîtin
HDPê li ser betalkirina parlementeran biryar da ku bimese Enqerê

PeyamaKurd - HDP li dijî biryarên desthilatê li ser partî û parlementerên wan biryar da ku ber bi Enqereyê ve meşeke demokrasiye bide destpêkirin

Desteya Rêveberiya Navenda HDPê piştî betlakirina parlamenteriya Hevseroka KCDê û Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDPê yê Amedê Mûsa Farisogullari û Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Enîs Berberoglû duh bi bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar awayekî awarte civiyabû.

Desteya Rêveberiyê ragihand ku ‘vekişandina ji meclîsê’ ne di rojeva wan de ye û lê ew betalkirina parlermenteriya her sê parlamenteran wekî ‘darbeyeke siyasî li dijî îradey gel û hêzên demokrasiyê’ bi nav dike.

Rêveberiya HDP diyar dike ku ew dê li dijî vê biryara lder heqê parlementerên wan de, ber bi Enqereyê ve 'meşeke demokrasiyê' bidin destpêkirin.

Herwiha HDP dide zanîn ku ew dê di heman çarçoveyê de, serdana partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk bikin û ew dê li meclis û kolanan jî hin rêzeçalakiyan li dar bixin.