Parlamenterê HDPê: Divê PKK tekez dest ji çekan berde

01 September 2022 13:59 0 dîtin
Parlamenterê HDPê: Divê PKK tekez dest ji çekan berde

PeyamaKurd – Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglû di civîna çapemeniyê ya li Parlamentoyê de diyar kir: “Rêxistina ku pevçûnan didomîne (PKK) divê tekez dest ji çekan berde û divê di 1ê Îlonê Roja Aştiyê de em pirsgirêkên xwe li Parlamentoyê çareser bikin.”

Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu di axaftina xwe de da zanîn, îro 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê ye û got, divê mirovahî salê carekê vê firsendê ji dest nede.

Gergerlîoglu eşkere kir, li cîhanê dibe ku di navbera civak û kesan de pirsgirêk û şer hebin, lê armanca mirovahiyê her tim gihîştina aştiyê bûye.

Di berdewamiya axaftina xwe de Gergerlîoglû destnîşan kir, mirov ji şerên cîhanê û nakokiyên herêmî gelek zerarê dibînin û got: “Em dizanin ku li Tirkiyeyê ji ber cudahiyên olî û etnîkî pirsgirêk û nakokî hene. Li ku derê pirsgirêk hebin, aştî lê tune ye, divê çareserî hebe. Di 1ê Îlonê Roja Aştiyê de em careke din dibêjin ku divê di zûtirîn demê de pevçûnên ji ber pirsgirêka Kurd derketine bi dawî bibin."

Herî dawî Gergerlîoglu diyar kir, divê rêxistinên ku tevlî şerê çekdarî dibin, tekez çekên xwe deynin û got: “Rêxistina ku pevçûnê didomîne, PKK divê di 1ê Îlonê Roja Aştiyê de bi temamî çekan deyne û divê em pirsgirêkên xwe li Parlamentoyê çareser bikin. Pevçûn, mirin û xwîn kêrî tu kesî nayê. Em niha di demekê de ne ku divê çareserî bê dîtin."