Parlamentoya Kurdistanê ji bo çalakirina komîsyona hilbijartinan lijneyeke 5 kesî pêk anî

15 March 2023 20:37 0 dîtin
Parlamentoya Kurdistanê ji bo çalakirina komîsyona hilbijartinan lijneyeke 5 kesî pêk anî

PeyamaKurd - Parlamentoya Kurdistanê ji bo çalakirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û diyarkirina du namzedan ji bo Encûmena Komîsyaran lijneyek pêk anî.

Hat ragihandin ku Parlamentoya Kurdistanê ji bo çalakirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û danîna du namzedên Encûmena Komîsyaran ku niha vala ye lijneyek pêk anî.

Hat zanîn ku lijneya li Parlamentoya Kurdistanê hatiye pêkanîn ji 5 kesan pêk tê û li ser tevdîrên çalakirina komîsyonê wê kar bike û CVyên namzedan werbigre.

Lijneya Parlamentoya Kurdistanê ji Bijar Koçer (PDK), Ebas Feta (YNK) û Bellên Îsmaîl (Tevgera Gorran), Robîna Tiyarî ji pêkhateya Mesîhî û Sera Dilşad ji pêkhateya Tirkmen pêk tê.