Parlamentoya Kurdistanê Komîsyona Hilbijartinan çalak kir

22 May 2023 17:17 0 dîtin
Parlamentoya Kurdistanê Komîsyona Hilbijartinan çalak kir

PeyamaKurd - Malpera fermî ya Parlamentoya Kurdistanê, piştî civîna îro 22yê Gulanê roja duşemê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, bi dengê 58 parlamenteran Komîsyona Hilbijartinê hatiye çalak kirin.

Di daxuyaniya Parlamentoya Kurdistanê de hat gotin: “Îro bi serokatiya Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq û bi amadebûna Cîgirê Serokê Parlamentoyê Dr. Hêmin Hewramî û Sekretera Parlamentoyê Muna Nebî Qehweçî rûniştina hejmara 4 a asayî ya dema biharê ya sala pêncem birêve çû.”

Hat diyarkirin ku Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq bi navê xwedê û gelê Kurdistanê rûniştin vekir.

Hat ragihandin ku piştre civîna parlamentoyê bi seroktiya Cîgirê Serokê Parlamentoyê Dr. Hêmin Hewramî birêve çûye.

Di rûniştinê de, xala yekem a bernameya kar dengdana Encûmena Komîsyonê bû û bi dengên 58 parlamenteran hate pejirandin. Herwiha Elî Salih Mehmûd û Kameran Neşet Bekir wek du berbijêrên ji bo endamtiya encûmena komîsyonê dengdan li ser wan hate kirin û bi dengên 58 parlamenteran hate pejirandin û dawî li rûniştinê hat.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di rûniştina îro ya parlamentoyê de di navbera parlamenterên PDK û YNKê de alozî derketibû, lê vê yekê bandor li ser dengdanê nekir.