Parlamentoya Kurdistanê nerazîbûn li hember pejirandina qanûna deynan nîsan da
PeyamaKurd – Nerazîbûnên li hember pejirandina qanûna deynana ji aliyê Parlementoya Iraqê ve didomin. Serokatiya Parlementoya Kurdistanê jî nîgeranî û nerazîbûn nîşan da û diyar kir, ev kar binpêkirina nirxên pêkvejiyan û pîvanên sîstema federalî ye.
Bi daxuyaniyekê Serokatiya Parlementoya Kurdistanê da zanîn, ew gelekî ji wî karê parlementoya Iraqê nîgeran in ji ber ku ew kar binpêkirina nirxên pêkvejiyan û pîvanên sîstema federalî ye di Destûra Iraqê de hatine.
Serokatiya Parlementoya Kurdistanê destxoşî li firaksyonên Kurdistanî jî kiriye ku bi hev re li dijî wê qanûnê derketine û ragihandiye, ewê bi hemahengî ligel serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê, tevahiya aliyên wê yekê zelal bikin û paşê endamên parlementoyê bicivînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin