Parlamentoya Kurdistanê raporekê li ser êrîsên mosekî amade dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser pêşniyara hejmarek parlamenterên Kurdistanê, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, ji bo lêkolînkirin û amadekirina raporekê li ser êrîşên moşekî yên dawî li ser Herêma Kurdistanê 3 lijne peywirdar kirin.
Rêwaz Fayeq bersiva pêşniyara parlamenteran da û got, wan daxwaz ji lijneya navxwe, Pêşmerge û pêwendiyên derve kiriye raporekê derbarê êrîşên moşekî yên ser Herêma Kurdistanê amade bikin.
Hat diyarkirin, piştî amadekirina wê raporê biryare bi amadebûna aliyên pêwendîdar li Parlamentoya Kurdistanê, wê gotûbêj li ser bêne kirin û tedbîrên pêwîst bêne girtin.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê herwiha da zanîn, demsala yasadanînê bê dirêj kirin an na, parlamento dê di vê derbarê de jî ligel aliyên pêwendîdar bicive û gotûbêjan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin