Parlementera berê Hüda Kaya bi sert serbest berdan

25 June 2024 22:42
Parlementera berê Hüda Kaya bi sert serbest berdan

PeyamaKurd - Parlementera berê ya HDPê Hüda Kaya bi şert serbest berdan. Doza ku Hüda Kaya jê hatibû girtin îlawe doza Kobaniyêye û doz di dadgeha 22em ya cezayê giran ya Ankara de dihat dîtin. Bi Hüda Kaya re parlementerên berê yên HDPê Serpil Kemalbay, Fatma Kurtulan, Pero Dündar û Garo Paylan hene.

Di celsa îro de dozger dewama girtina wan parlementeran xwest lê di navbirdana celsê de bi şertê di mehê de carekî îmze bide û derketina derveyê Tirkiyê jî ji bo wê hat qedexekirin. Di pey de serbest hat berdan.