Parlementera berê ya HDP ê Semra Güzel sandin zîndanê

04 September 2022 00:26
Parlementera berê ya HDP ê Semra Güzel sandin zîndanê

PeyamaKurd – Parlementera HDP ê Semra Güzel ku wêneyê wê bi gerîllayekî PKK ê re hatibû kişandin û gotibû ku ew destgirtiyê wê ye, li ser bûyerê meclisa Tirkiyê parêzbendiya wê rakiribû û Semra Güzel jî ketibû rewşa firariyê. Semra Güzel do dema xwestibû derbasî Awrûpa bibe, li bajarê Edirne hatibû girtin û îro li Îstenbolê wê derxistin dadgehê.

Piştî dozger îfadê wê li Dadgeha Îstenbolê ya Çağlayanê girt, wê birin dadgehê û dadgeh biryara zîndanîkirina wê da. Sûcdariya Semra Güzel ji ber endamtiya rêxistina PKK ê ye.

Hat ragihandin ku wê Güzel bişînin zîndana Silivriyê ya Îstenbolê.