Parlementoya Îsweçê qanûna têkosîna li dijî terorê qebûl kir

17 November 2022 01:54 0 dîtin
Parlementoya Îsweçê qanûna têkosîna li dijî terorê qebûl kir

PeyamaKurd – Îsweçê, qanûna xwe ya li dijî terorê bi awayekî hûr guhert û di parlementoyê de xist ber degdanê û parlementoya Îsweçê, qanûna nû qebûl kir. Guhertina qanûn ji bo bibe nedamê NATOyê, bi zordayîna Tirkiyê qanûna xwe guhert. Ji ber Tirkiyê qebûl nedikir ku Îsweç û Fînlandiya bibin endamên NATO yê.

Di parlementoya Îsweçê de 349 kursî hene û di dengdanê de 278 parlementer deng dane qanûna nû. 25 parlementer jî qanûnê red kirin. 46 parlementer tevlî dengdanê nebûn. Partiya Çep û Partiya Kesk li dijî guhertina qanûn derketin.

Di guhertina qanûna de, tê gotin ku kesên tevlî tevgerên terorê bûne an destekê bidin terorê, ji bo azadiya birêxistina wan sînoran datîne û ji bo berlêgirtina wan danîna qanûnên nû hene. Bi qebûlkirina qanûn re tê gotin ku tevlîbûna sûcên terorê wê bibe sûcekî girantir û qedexeyê ji bo rêxistinên terorê datîne.

Parlementoya Îsweçê bi guhertina qanûna terorê re qanûna casûsiyê xist ber dengdanê û bi dengên 270 parlementeran hat qebûl kirin. Bi qebûlkirina qanûn re aşkerakirina têkiliyên dewletê yên bi NATO an NY re an rêxistinên weka wan re, eger aşkerakirina belgeyan li dijî berjewendiyên dewletê be û belgeyên dewletê bên aşkerakirin, ji wan re ceza hatin danîn. Kesên sûcên ‘casûsiya biyanî’ bikin heya 4 salan û kesên ‘casûsiya biyanî ya giran’ bikin heya 8 salan wê karibin ceza bidin wan.

Her dû qanûn, wê di serê sala 2023an de dest bicîhkirina wan bêkirin.