Parlementoya Koreya Basûr biryar da, ku serokkomar ji wezîfeyê bi dûr bixe
PeyamaKurd – Li Koreya Başûr ku qanûna leşkerî lê hatibû îlankirin, parlementoyê biryar da ku serokdewlet Yoon Sook Yeol ji wezîfeyê bê dûrxistin. Yoel biryara lêpirsîna xwe red kiribû.
Serokkomar Yoon Sook Yeol, ku di 3yê kanûna 2024an de ji nişka ve li Koreya Başûr qanûna leşkerî îlan kir, lê li hemberî berxwedanê neçar ma betal bike, di rûniştina yekem a parlementoyê de ku ji bo bidûrxistina wî ya ji wezîfeyê jimareke têr deng nehatibû bidestxistin, lê di ya duyemîn de jî biryara bidûrxistina wî hat dayîn.
Her 300 parlamenter amade bûn di parlementoyê de ku serkêşiya wê opozîsyon dike. Dema ku ji dengdana nepen dengên betalbûyî û yên nederbasdar hatin derxistin, biryara bidûrxistina Yoon a ji wezîfeyê bi 204 dengên “belê” li hember 85 dengên “na” bi ser ket.
Niha dê çarenûsa Yoon ji aliyê dadweriya Koreya Başûr ve were diyarkirin. Eger ji 9 dadwerên Dadgeha Destûra Bingehîn biryara parlementoyê bipejirînin dê Yoon bi fermî ji kar were dûrxistin. Ji ragihandina biryarê di nav 60 rojan de dê hilbijartin were kirin ku dê li şûna wî kî were diyarkirin.
Rûniştina li Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê dengdanê ya ji bo bidûrxistina wezîfeyê ya li meclîsê tê payîn ku çend hefteyan bidome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin