Partiya Almanyayê AfD belavokên xwe wek bilêtên balafirê belav kir
PeyamaKurd – Partiya rastgir a tundrê ya Almanyayê AfD ji bo kampanyaya xwe ya hilbijartinê belavokên xwe wek bilêtên balafirê belav kir.
Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) ya rastgir a tund di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de bilêtên balafirê yên yek alî ji malên welatiyan re belavok şandin.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de tê dîtin ku rêxistina AfD Karlsruhe di sindoqên posta welatiyan de belavokên bi kodên QR û bi nivîsa "bilêta yekalî ji bo dersînorkirinê" hiştiye.
Di belavokan de herwiha dîroka firînê ya "23ê Sibatê" ku wê hilbijartinên pêşwext bên kirin û herwiha di beşa meqsedê de jî gotina "Ji Almanyayê ber bi welatekî ewle" ve hatiye nivîsandin.
Herwiha belavokên hatin belavkirin li ser hesabê rêxistina AfD Karlsruhe ya li ser platforma medyaya civakî X jî hatin parvekirin.
Parlamenterê AfD Marc Bernhard jî ev belavok piştrast kir û got ku dora 30,000 belavok hatine çapkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin