Ji balafirên ser ên Îsraîlê belavokên valakirina kampeke li Xezeyê: 'Em soza peyameke din a hisyariyê nadin!'
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ê êrîşên xwe yên li Xezeyê zêde bikin û bang li niştecihên Kampa Penaberan a Eş-Şatiyê ya li rojavayê bajarê Xezeyê kir ku bilez herêmê vala bikin.
Balafirên Îsraîlê belavokên bangewaziya valakirina Kampa Şatiyê li ser kampa penaberan reşand.
Artêşa Îsraîl di belavokê de gotiye: “Wext temam bû. Di saetên pêş me de hêzên me dê terorîstên Hemasê bi tundî bombebaran bike. Em soz nadin ku dê peyameke hişyariyê ya din bê dayîn. Demildest herêmê tehliye bikin."
Artêşa Îsraîlê ji niştecihên Kampa Şatiyê xwest ku demildet ji bakurê Xezeyê biçin herêmên li başûrê El-Mewasiya li rojavayê bajarê Xan Yûnisê.
Herwiha ji niştecihên herêmê jî xwest ku bi Kolana Er-Reşîdê re biçin herêmên başûr.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin