Partiyên Rojhilat ji bo êrîsa ser girtîgeha Evîn biryara greva gistî didin: Bê bersiv namîne!
PeyamaKurd - Navenda Hevkarî ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, derbarê şewata şeva borî ya li girtîgeha Evîn a Tehranê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, xelkê azadîxwaz yên Îranê destdirêjiyên eşkere yên rejîmê yên li ser canê girtiyên siyasî û ciwanan bê bersiv nahêlin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Duh bi şev girtîgeha agir berdan girtîgeha Êvînê. Ev yek dubarebûna komkujiya sala 1988an û berdewamiya cinayet, azardana zarokan û qetlên wan li zanîngeh û xwandingehan e.
Em tevî şermezarkirina vê cinayetê, ti şik û guman tê de nine, xelkê azadîxwaz yên Îranê bi xatircemî ve destdirêjiyên eşkere yên rejîmê bo ser canê girtiyên siyasî û ciwanên bivêr yên wan bê bersiv nahêlên.”
Hat diyarkirin ku wê Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê çavdêriya vê bûyerê bikin û bi biryareke hevbeş û rêkxistinî pêngava gireva giştî bavêjin ku hemû hêzên siyasî, medenî, kultûrî û civakî ligel xelkê Îranê bi yek îrade, kerb û kîna xwe li dijî rejîma Îslamî nîşan bidin.
Navenda Hevkariyê li helwesta dijî rejîma Îranê û mangirtina giştî wiha got: “Em di cih de amadehiya xwe ji bo vê hevpeywendiya seranserî radigihînin û hêvîdarin ku yekdeng û yekgirtî li dijî rejîma Îslamî û cinayetên wê herin.
Bi mangirtina seranserî û berdewamiya nerazîbûnan dîwarê girtîgehan diherifînin. Berpirsayetiya canê tak bi takê girtiyên siyasî li stûyê rejîma Îslamî ye. Her di vê pêwendiyê de ji navendên navdewletî daxwaz dikin ku li hember wê karesatê bêdeng nebin û ji bo berevanîkirina girtiyan û xelkê bendkirî yên Îranê pêngavek bi kiryar hilgirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin