Pasinyan, li ser korîdorê bertek nîsanî Putin da

28 December 2022 17:30 0 dîtin
Pasinyan, li ser korîdorê bertek nîsanî Putin da

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada siyasî ya Ermenîstanê hatin ragihandin, Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan, di hevdîtina bi Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin re ji hêzên aştiyê yên Rus ên li Korîdora Laçînê xwest ku "berpirsiyariya xwe" bi cih bînin.

Di agahiyan de hat eşkerekirin ku di çarçoveya lûtkeya nefermî ya serokên welatên Yekîtiya Serbixwe ya ku li St. Petersburgê de Paşinyan ê ku ligel Putin hevdîtin kiriye, di vê hevdîtinê de xwestiye ku qeyrana di Koridora Laçînê de û rêyên wê yên çarseriyê bên nirxandin.

Hat diyarkirin ku Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan got ku “Li gorî peymana ku di navbera Moskow, Êrîvan û Bakuyê de hatiye çêkirin, ev herêm di bin berpirsiyariya aştîparêzên Rus ên li Qerebaxê de ye, lê berovajî vê peymanê, "Korîdora Laçîn ne di bin kontrola hêzên aştiyê yên Rusyayê de ye.

Korîdora Laçîn ku yekane rêya bejayî ya di navbera Ermenîstan û Qerebaxê de ye, ji 12ê Kanûnê ve ji aliyê çalakgerên Azerbaycanê ve tê girtin û bi hinceta ku mînên li herêmê li gorî hiqûqa navneteweyî xaka Azerbaycanê ye, bi awayekî neqanûnî dixebitin, protesto kirin. 

Rayedarên Êrîvanê jî diyar dikin ku ji ber vê dorpêçê nêzî 120 hezar Ermeniyên li Qerebaxa Çiyayê dijîn bi kêmasiya xwarin, derman û sotemeniyê re rû bi rû ne.