PDK: Em deriyê gotûbêjan li ber ti aliyekî nagirin
PeyamaKurd - Seroka Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, Viyan Sebrî da xuyakirin ku PDK hevdîtin û danûstandinên ligel ti aliyekî Iraqê wek xeta sor nabîne û deriyê gotûbêjê ji bo hemû aliyan vekiriye.
Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, “PDK niha jî û dema nav hevpeymaniya sêalî jî ligel ti aliyekî Iraqê deriyê gotûbêjan danexistibû.”
Sebrî bi belge nîşan da ku dema borî berdewam şandeyên Iraqê serdana PDKê û Serok Barzanî bixwe jî kirine, ji ber wê jî ji bo vê qonaxê jî PDK gotûbêja ligel ti aliyên Iraqê red nake.
Seroka Fraksiyona PDKê da zanîn, baweriya partiya wan ji bo gotûbêj û hevtêgihîştinê heye û li ser vê bingehê jî ti demekê ew deriyê gotûbêjan danaxin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin