PDK: Em li dijî hilbijartinên pêswext in lê eger biryar hat dayîn em ê qebûl bikin
PeyamaKurd - Berpirsê dezgeha hilbijartinên PDKê dibêje, ew li dijî hilbijartinên pêşwext in li Iraqê, lê eger biryar hat dayîn jî ew dê girêdayî wê yekê bin.
Duhî mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî bi rêka nûnerê xwe daxwaz kir, bo nehîştina kirîz û kêşeyên niha, li Iraqê hilbijartinên pêşwext were kirin.
Berpirsê dezgeha hilbijartinên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Xesro Goran li ser vê mijarê ji malpera KDP.info re gotiye, ji mêjve daxwaza hilbijartinên pêşwext tê kirin. Ji bilî mezinê şîeyên Iraqê, NY û Amerîka jî vê yekê dixwazin. Lê heta niha ti biryarek di vî warî de nehatiye dayîn.
Xesro Goran her wiha gotiye, PDK li dijî hilbijartinên pêşwext e lê gava biryar hat dayîn û hat kirin wê çaxê PDK jî dê qebûl bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin