Kazimî biryara azadkirina xwepêsanderên girtî û lijneya hilbijartinên pêswext da
PeyamaKurd – Piştî ku bi mebesta bicihanîna soza serbest berdana xwepêşanderên girtî protestoyên li bajarên Iraqê ji nû ve destpê kirin, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Ebdullwehab Saidî vegerande ser posta serokê dezgeha Dije-Terorê û biryara azadkirina xwepêşanderên girtî da.
Serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî piştî yekemîn civîna Encûmena Wezîran ragihand, wî biryar daye lijneyeke yasayî pêk were û lêkolînê li ser bûyerên ji Cotmeha 2019an heta niha bike û lêpirsîn li ser kesên xemsar bûne li hember xwîna Iraqiyan bike.
Hat ragihandin ku Kazimî biryara qerebûkirina (tezmînak) kesûkarên kuştiyên xwepêşandanan û çareseriya birîndaran daye.
Kazimî da xuyakirin ku wî daxwaz ji Encûmena Dadwerî kiriye ku alîkar be ji bo azadkirina wan xwepêşanderên girtî ku destê wan di xwînrijandinê de nebûye.
Mistefa Kazimî got ku wan lîjneyek ji pisporan pêk anîye daku hevkariya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ji bo birêveçûna hilbijartinên pêşwext û dadperwer bike.
Kazimî herwiha ragihand ku wan di çarçoveya parastina serwerî û yekîtiya Iraqê de ji bo danûstandin û pêwendiyên stratejîk ên bi Amerîkayê re jî lijneyek ava kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin