PDK li Kerkûk û hemû deverên Kurdistanî besdarî hilbijartinan bibe  

11 January 2021 19:21 0 dîtin
PDK li Kerkûk û hemû deverên Kurdistanî besdarî hilbijartinan bibe  

PeyamaKurd - Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xesro Goran ragihand, "Wê PDK li Kerkûk û hemû navçeyên Kurdistanî beşdarî hilbijartinan bibe."

Beriya hilbijartinên pêşdemî yên Iraqê ku 6ê Hezîrana 2021ê pêk tên, amadekariyên bo hilbijartinan berdewam dikin.

Rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hîn jî aloz e, lê li gorî yasaya hilbijartinê ya Iraqê wê hilbijartin bi giştî li wan herêmên nakok jî bêne encamdan.

Di hilbijartinan de, tê çaverêkirin ku çavdêrên navdewletî jî ji nêzîk ve bişopînin û çavdêriyê bikin.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xesro Goran li ser mijara nakokiyên heyî û beşdariya hilbijartinan ragihand ku PDK li Kerkûk û hemû deverên Kurdistanî beşdarî hilbijartinên pêşwext dibe.