'Bexda razî bûye Pêsmerge vegere deverên Kurdistanî, lê nahêle bikeve Kerkûkê'
PeyamaKurd - Şîretkarê leşkerî yê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zebarî da xuyakirin ku hikûmeta Iraqê razî bûye li hinek deverên Kurdistanî hêzeke hevbeş ya Pêşmerge û artêşa Iraqê were danîn, lê belê tenê ji bo Kerkûkê razî nebûye.
Şîretkarê serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê, Babekir Zêbarî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, xebat û danûstandinên Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê bo avakirina navendên hevbeş li deverên Kurdistanî didomin lê hîn negihîştine rêkeftina dawî, ji ber ku ne karekî hêsan e.
Babekir Zêbarî diyar kiriye, Bexda razî bûye hêzên Pêşmerge vegerin hinek deverên mîna Mexmûr, Xaneqîn û çend cihên din lê razî nebûye ku Pêşmerge vegere Kerkûkê.
Zêbarî daye xuyakirin, Wezareta Pêşmerge dixwaze pêşmerge derbasî serbazgeha K1 ya Kerkûkê bibe lê artêşa Iraqê razî nabe û nahêle.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin