Serok Barzanî bang li xelkê Kerkûk, Sengal û deverên Kurdistanî kir da dengên xwe bidin
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser hilbijartina Iraqê daxwuyaniyekî nivîskî da. Serok Barzanî di daxwuyaniya xwe de bang li xelkê Şengal, Kerkûk û deverên Kurdistanî yên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de kir û xwest dengên xwe bidin.
Serok Barzanî ragihand ku di hilbijartina berê ya parlementoya Iraqê de PDK, bi sedema têkoşîn û bedela ji bo xelkê Kurdistanê daye, li Kurdistanê û li Iraqê bûye partiya yekem. Serok Barzanî weha got:
“Ez hêvî dikim ku di vê hilbijartinê de xelkê Kurdistanê destekê bide PDK ê. Ez ji vê derê bang li xelkê ezîz bi taybetî li yên PDK yî yên li Kerkûk, Şengal û deverên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê dikim da tevlî hilbijartinan bibin û herin ser sindoqan. Dixwazim bi dengên xwe bersivê bidin wan zor û zahmetiyên li ser we yên ku ne qanûnîne.”
Serok Barzanî xwest ku di roja hilbijartinê de xelkê Herêma Kurdistanê, endamên PDK ê û terefdarê wê mafên xwe yên netewî bicîh bînin û dengên xwe bidin zamzedên PDK ê. Barzanî her weha bi sedema di pêjayoya hilbijartinê de kampanyeka aram meşandine sipasiya xwe ji bo endamên PDK ê kir.
Serok Barzanî xwest ku hilbijartina li Iraqê bê pirsgirêk derbas bibe, encama hilbijartinan de bingeha hevkariyê bê bicîhanîn û encam xizmeta daxwazên xelkê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin