PDK: Nesandina mûçeyan karekî siyasî ye û ne yasayî ye

27 April 2020 15:10 0 dîtin
PDK: Nesandina mûçeyan karekî siyasî ye û ne yasayî ye

PeyamaKurd - Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê Dr. Viyan Sebrî ragihand, pirsgirêka neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, pirseke siyasî, ne yasayî ye.

Li gorî nûçeya K24ê Seroka Fraksiyona PDKê li Parlemana Iraqê Dr. Viyan Sebrî li ser mijara birîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê da xuyakirin, li gor binemayên budçeya Iraqê, ti pirsgirêk di şandina pereyan de nîne, di madeya 27 a çavdêriya darayî Iraqê de, behsa birîna budçeya Herêmê nehatiye kirin, belkû tê de hatiye, divê herdu alî derbarê xerckirinên xwe de bicivin û li ser wê binemayê budçe bê danîn.

Dr. Viyan Sebrî got, di vê hefteyê de şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din ji bo wê pirsê serdana Bexdayê dike.

Sebrî da zanîn, “Birîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, karekî siyasî ye û li dijî binemayên destûrê ye. Wan madeya 27 wek bihane girtiye, lê ew made behsa birîna beşa budceya Herêma Kurdistanê nake.”

Hêjayî gotinê ye, Hikûmeta Bexdayê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dereng xistiye, ji bo wê pirsê û pirsên darayî û petrolê hefteya borî şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû, lê hê jî pirsgirêk nehatiye çareserkirin.