PDK-S: Armanca PKKê bi êrîsa ser deriyê Pêsabûr (Sêmalka) nehistina statûya Herêma Kurdistanê ye

16 December 2021 17:27 0 dîtin
PDK-S: Armanca PKKê bi êrîsa ser deriyê Pêsabûr (Sêmalka) nehistina statûya Herêma Kurdistanê ye

PeyamaKurd - Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nûrî Birîmo derbarê bûyerên li deriyê sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê Pêşabûr (Sêmalka) de axivî û got, PKK bi êrîşa li ser deriyê sînorî Pêşabûrê, armanc dike statuya Herêma Kurdistanê nemîne.

Li ser êrîşa doh 15ê Kanûnê ya alîgirên PKKê li ser deriyê sînorî ya Pêşabûrê Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo ji K24ê re daye xuyakirin, “Li şûna ku em wek xelkê Rojavayê Kurdistanê spasiya Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî bikin ku ji roja destpêkê ya krîza Sûriyê ve helwesta wan li hemberê gelê Rojavayê Kurdistanê erênî bû û pêşwazî li zêdetir ji 300 hezar koçber kirin û di rojên zehmet de xwedî li Rojava derketin, mixabin hin têkderan êrîşî deriyê Pêşabûrê kirin û armanca kesên li pişt wan êrîşkeran jî ew e, rewşa Herêma Kurdistanê têk bidin.”

Birîmo got: “Êrîşa li ser deriyê Pêşabûrê nakeve berjewendiyên Rojava û Herêma Kurdistanê, lê belê ev kiryar, tevlihevî û êrîş dikeve berjewendiyên dijminên Kurdan.”

Nûrî Birîma diyar kir: “Em wek PDK-S li dijî vê êrîşê ne. Herwiha em dibêjin niha dema wê ye ku xelkê Rojavayê Kurdistanê û xelkê seranserî Kurdistanê dengê xwe li hember PKKê bilind bike û jê re bibêje ‘na’ û êdê bes e ev kiryar û armanckirina doza Kurdî. Divê PKK biçe pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê bi awayekî siyasî çareser bike û dest ji bijardeyên leşkerî berde.”

Birîmo destnîşan kir: “Êrîşa li ser Pêşabûrê nakeve xizmeta xelkê Rojava û dê ziyanê jê bibîne. Ji ber ku bi rojane çendîn xwarin, vexwarin û dermanan ji Herêma Kurdistanê derbas Rojava dibe. Dema Korona li Rojavayê Kurdistanê belav bûye, Herêma Kurdistanê amêr û pêwîstiyê bijîşkî şandin Rojava. Eger ev derî bê girtin, Rojavayê Kurdistanê dê bixeniqe.”

Herwiha derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Birîmo got: “Me çendîn caran gotiye, eger PYD xwe ji PKKê cuda neke, eger PKK destêwerdanê di Rojava de neke û eger PKK pêwendiyên xwe yên bi Îran û Şamê re li dijî Rojava bi kar neyîne, dê diyaloga Kurdî jî bi pêş bikeve û dê rewş baştir bibe. Lê armanca PKKê ew e, statuya Herêma Kurdistanê nemîne û Heşda Şeibî derbasî Herêma Kurdistanê bibe.”