PDK: Tenê namzedekî PDKê bo Wezareta Derve ya Iraqê heye
PeyamaKurd - Berpirsê Karûbarên Iraqê li Baregeha Barzanî Dr. Erefat Kerem ragihand, di navbera wezaretên petrol û dereve de, Wezareta Derve ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yekalî bûye û take berbijêrê wan bo wê postê Fuad Husên e.
Berpirsê Karûbarên Iraqê li Baregeha Barzanî Dr. Erefat Kerem ragihand, ji Kazimî re hatiye gotin ku take berbijêrê PDKê Fuad Husên e û got, “Dibe ku bê guhertin jî, ji ber ku dibe li parlamentoyê pirsgirêk bo wî çêbibe û derbas nebe. Eger wisa jî be, PDK gelek kandîdên zîrek û lêhatî hene, lêbelê heta niha ti navek din nehatiye diyarkirin.”
Erefat Kerem da xuyakirin, “Bi berdewamî peywendiya telefonî di navbera Kazimî û Serok Barzanî de heye. Lêbelê ti tarîxek bo serdana Herêma Kurdistanê nehatiye diyarkirin. Ji ber ku zêdetir li ser temambûna kabîneyê tê axaftin. Bêguman piştî cejnê kabîne temam dibe.”
Herwiha Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî ji bo Wezareta Dadê ya Iraqê 3 nav pêşkêş kirine ku ew ji Emced Mihemed, Erkan Qadir Welî Kerîm û Şêrko Umer Mihemed Elî pêk tên.
YNK dibêje ev kesên hatine pêşkeşkirin teknokrat in û ew dikarin her yek ji wan hilbijêrin, lê belê heger berbijêrê siyasî bê qebûlkirin, YNKê berî niha Xalîd Şiwanî pêşkêş kiribû.
Parlamentoya Iraqê 7ê Gulanê bawerî dabû kabîneya Mistefa Kazimî, lê belê ji 22 wezîran, bawerî bi 15 wezîran hatiye dayîn ku 7 wezîr jî mane. Li gorî destûrê di kabîneya nû de 3 wezaret pişka Kurdan e ku niha tenê wezîrekê bawerî wergirtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin