PDK û YNK di hikûmeta Sûdanî de 3 postên din ên wezîran werdigirin
PeyamaKurd – Biryare 3 postên din ên wezîrên hikûmeta nû ya Iraqê bo pişka Kurdan bên dayîn ku 2 ji wan postan ji bo fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û yek jî ji bo Yekîtiya Niştamaniya Kurdistanê (YNK) ye.
Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şêrwan Duberdanî ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin ku biryara 3 postên din ên Kurdistanî li Bexdayê hatiye dayîn, postê wezareta çaksaziyê ji bo PDKê û wezareta jîngehê ji bo YNKê û posta şêwirmendiya Serokwezîrê Iraqê ji bo karûbarên êzidiyan jî ji bo PDKê ye.
Hêjayî gotinê ye, her du postên wezîran di dema dengdana baweriyê ya li ser kabîneya Serokwezîr Muhammed Şiya Sûdanî de bi temamî nehatibûn pesendkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin